Li hemberî peymana Tirkiyê û Iraqê bertek

Tora ECHO li hemberî peymana nû ya di navbera Tirkiyê û Iraqê de hate îmzakirin bertek nîşan da.

Tora ECHO’yê ji ber ku berdana avê girêdayî bernameya neftê hatiye kirin peymana di navbera Tirkiye û Hikûmeta Iraqê rexne kir. ECHO’yê destnîşan kir ku bi vê yekê re hikûmeta Iraqê li dijî hinek qanûn û biryarên navneteweyî binpê dike.

Li gorî peyamê, hate gotin ku peymaneke ji 14 xalan pêk tê heye û ev xal peydakirina avê ya Iraqê ji Tirkiyê pêk tîne. Hate destnîşan kirin ku ev qanûn jî girêdayî qada navneteweyî ye.

ECHO ji berk u hikûmet xebatên dîplomatîk û hiqûqî yên pêwîst bêyî ku bimeşîne li hemberî peydakirina avê îmzakirina peymana nefte rexne kir.

Li gorî ECHO’yê ev rewş dihêle ku Iraq bi Tirkiyê re bikeve nav peywendiyek girêdanbûnê û dîsa dihêle ku welat bikeve nav rîskên ewlehiya avê û îstîkrarê aboriyê.